Jotiar Murad
Reporter
ENKS bo Mela Bextyar: PYD hevbeşiya ligel me qebûl nake
Ibrahîm Biro rexneyên tud li PYD digre
K24 -
Serokê ENKSê rexneyên tund arasteyî PYD dike û dibêje ku, partiya navborî amade ye bi hemû pêkhateyan re ji bilî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) danûstanê bike.
Serokê ENKS Ibrahîm Biro duh, 20ê Îlonê, beşdarî semînarekê bibû, ku ji Berpirsê Kargêrî yê Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextyar li Qamişlo re hatibû li darxistin, rexneyên tund jî li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtibû.
Ibrahîm Biro got ku “Mixabin tiştê ku Partiya Beis nikarîbû di 60 salî de li Kurdistanê Sûriyê bi ser Kurdan bike, niha bi navê biryarên Kurdî tê kirin.”
Biro rexneyên tund li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk “ya bi PYD ve girêdayî” girtin û got ku, di bin navê “leşkeriya neçar de” Rojavayê Kurdistanê vala dibe û “rêveberî dest datîne ser male wan.”
Serokê ENKS bi zimanekî tund jî behsa rêbazên xwendinê yên ku Rêveberiya Xweser pesend kiriye kir û got: “Di bin navê xwendina Kurdî ya şaş û ne durist de, dixwsazin nifşekî nezan û cahil ava bikin, xelk jî ji ber vê yekê zarokên xwe naşînin dibistanan.”
Bi gotina Biro “Rejîma Beisê xelk bi dehê salan digiritin lê ew dersînor ne dikirin.”
Derbarê karê hevbeş li Rojavayê Kurdistanê de jî, Biro ragehand ku “PYD hevbeşiya ligel hemû pêkhateyan qebûl dike, lê hevbeşiya ligel ENKS qebûl nake.”
Serokê ENKS daxwaz ji partiyên Kurdistanê û serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, bêhtir guh bidin Kurdên wê parçeyê da ku rewşa wan baştir bibe.