“Tenê hezar maskên xweparastin ji çekên kîmyayî gehiştine Pêşmerge”

Mesrûr Braznî daxwaza alîkariyên zêdetir ji civaka navdewletî dike.

“Tenê hezar maskên xweparastin ji çekên kîmyayî gehiştine Pêşmerge”
“Tenê hezar maskên xweparastin ji çekên kîmyayî gehiştine Pêşmerge”
 

K24- Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, ragehand ku heta niha tenê hezar maskên xweparastina ji çekên kîmyayî gehiştine dest Pêşmergeyan.

Mesrûr Barzanî duh, 20ê Îlonê, li ser rûpela xwe ya Twitterê belav kir ku, heta niha rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) “4 caran” êrîşî pêgehên Hêzên Pêşmerge kirine.

Herwiha Barzanî amaje kir ku, heta niha tenê hezar maskên xweperastina ji çekên kîmyayî pêşkeşî Pêşmergeyan hatine kirin, ew rêje jî bi kêm û ne li gor pêwîstiyê da zanîn.

Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê amaje bi hejmara şehîdan kir û got: “Heta niha di şerê li dijî DAIŞê de, Kurdistanê hezar û 300 Pêşmerge şehîd dane. Praniya wan jî ji encama bombeyên çandî û mayînan nin.”

Mesrûr Barzanî carek din tekez kir ku, dive hevpeymaniya navdewletî alîkariyên bêhtir pêşkeşî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin.

Li gor Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, DAIŞê roja 23yê Çile, 12ê Tebaxê û 1ê Îlona 2015an çekên kîmyayî li dijî Pêşmergeyan bikar anîne.
Encûmenê jî paşmayên bombe û wan teqemeniyên ku hatibûn bikar anîn berhev kiribûn û ji taqîgehên hevpeymaniya navdewletî re şandibûn.
Encamên ku piştî pişkinîna wan paşmayan hatibûn kirin, bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve piştrast dikirin.