Jotiar Murad
Reporter
Salih Mislim û Asiya Ebdulla man hevserokên PYD
ew jî li dijî peyrewa navxwe ya wê partiyê ye.
K24- Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) careke din Salih Mislim û Asiya Ebdulla bo hevserokatiyê hilbijartin, ew jî li dijî peyrewa navxwe ya wê partiyê ye.
Şeşemîn kongreyê asayî yê PYD duh, 21ê Îlonê, bidawî hat, têde jî hevserok û desteyek nû hatin hilbijartin.
Di encama dengdana endamên kongreyê de, her yek ji Salih Mislim bo cara sêyem û Asiya Ebdulla bo cara duyem wek hevserok hatin hilbijartin, ew jî li dijî peyrewa navxwe ya PYD ye.
PYD di 20 Îlona 2003an de hatiye damezrandin, li gor peyrewa wê ya navxweyî jî, nabe kes bêhtir ji 2 caran li ser hev bo posta hevserok bê hilbijartin.
Lê hilbijartina Salih Mislim, ê ku di kongreya çarem li sala 2010an de bibû serok, berovajî wê bendê ye.
Sîstemê hevserokatiyê jî li cem PYD di kongreyê 5emîn li sala 2013an de hatibû pesend kirin.
Li gor daxuyaniya ku piştî bidawîhatina kongreyê hatiye xwendin, ji koma 270 endamê kongreyê, Salih Mislim 245 deng û Asiya Ebdulla 240 deng bidest xistine.
Mislim û Asiya Ebdulla jî di gotinekê de tekez kirin ku, ew dê kar li ser cîbicîkirina biryar û raspardeyên kongreyê şeşem bikin.
Kongreyê 6em roja 20ê Îlonê bi amadebûna nûnerên partiyên sereke yên Başûr û Bakurê Kurdistanê li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê destpê kiribû.