Siyasî
Jotiar Murad
Jotiar Murad
Reporter
Papayê Vatikanê li Amerîkayê ye
ev yekemîn serdana Pope Francis e bo Amerîkayê.
K24- Navenda Nûçeyan
Papayê Vatikanê, Pope Francis di yekemîn serdan de gehişte Amerîkayê, dê 6 rojan jî li wî welatî bimîne.
Pope Francis duh, 22ê Îlonê, gehişte Washigtonê û ji aliyê Serokê Amerîkayê Barak Obama û çendîn berpirsên paye bilind ve hatiye pêşwazîkirin.
Serdana Papayê Vatikanê 6 rojan dirêj dike, dê li Washington, New York û Filadelfiayê derbas bike.
Destpêkê wê Pope Francis gotareke hevbeş ji Kongress û Encûmena Pîran re pêşkeş bike, piştire dê berê xwe bide New York û piştre jî Filadelfia.
Ji dema ku bûye Papayê Vatikanê, ev yekemîn serdana Pope Francis e bo Amerîkayê.