Amerîka helwesta xwe ji Esed diguhere û destpêşxeriyekê pêşkeş dike

Fransa jî êdî li ser çarenivîsa Esed ne pêdagir e

Amerîka helwesta xwe ji Esed diguhere û destpêşxeriyekê pêşkeş dike
Amerîka helwesta xwe ji Esed diguhere û destpêşxeriyekê pêşkeş dike

K24- Navenda Nûçeyan

Amerîka destpêşxeriyeke nû bo çareserkirina kirîza Sûriyê amade dike û ligel Fransayê helwesta xwe li ser çarenivîsa Esed diguhêre.

Çavkaniyên dîplomasî yên Amerîkî eşkere dikin ku, wezîrê derve yê wî welatî, John Kerry, dê destpêşxeriya nû ligel Îran, Rûsya, Erebistana Siûdiyê û çend welatên din gotûbîj bike.

Dibe ku ev hewldana nû ya Washingtonê bêhtir ji destpêşxeriyên berê serkeftî be, ji ber ku çûna Beşar Esed ji ser desthilatê ne mercê sereke ye ji bo destpêkirina her çareseriyekê, ew yek jî li gor helwesta Mosko û Tehranê gelek digunce.

Kerry di daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê de, dibêje ku êdî ew li ser çûna demlidest a Esed ne pêdagir in, ev yek jî guhertineke bingehîn e ji helwesta Amerîka ji rejîma Sûriyê.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Derve yê Fransayê, Laurant Fabiuos, gotibû ku ew tekez nakin ku divê Esed di roja yekem yan heftiya yekem û yan meha yekem de ji ser desthilatê rabe.

Biryar e sibe Duşemê jî Serokê Amerîkayê Barack Obama ligel hevşanê xwe yê Rûsî Vladimir Putin derbarê pirsa Sûriyê de û pêkanîna aştiyeke mayinde li wî welatî, bicive.