Jotiar Murad
Reporter
Civaka navdewletî derbarê Sûriyê de bûye du bere
Amerîka û Rûsya li ser helwestên xwe yên cuda rijdin
K24- Navenda Nûçeyan
Tevî ku civaka navdewletî li ser şerê li dijî terorê û çareserkirina krîza Sûriyê hevnêrînin, lê cudahiya mîkanîzimên pêkanîna her du armancan kelema herî mezin li pêş hevgirtina hêzên navdewletî ye.
Di rûniştina yekem ya civîna Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh, 28ê Îlonê, li New Yorkê, mijara ku di piraniya gotaran de hatibû behiskirin, krîza Sûriyê bû.
Sekreterê Giştî yê NYyê Ban Ki-moon di gotara xwe de got: "Asêbûna dîplomatîk a 4 salî ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê û yên din rê da ku qeyrana Sûriyeyê ji kontrolê derkeve."
Herwiha Ban Ki-moon her 5 welatên Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdiyê, Îran û Tirkiyê wek kilît ji çareserkirina krîza Sûriyê re binav kir û got: “Heta ku yek ji wan aliyan xwe nede ber lihevkirinê, çaverêyiya derketina guhertinekê di rojevê de bê sûd e."
Serokê Rûsyayê Veladimer Putin, ku piştgirê sereke yê rejîma Sûriyê ye, ji endamên NY diyar kir ku, piştguhxistina hikûmeta Sûriyê di şerê li dijî terorê de “şaşiyeke mezin e.”
Putin ragehand jî ku, rejîma Esed take rejîme ku şerê DAIŞê “bi awayekî rasteqîne” dike û divê beşdarî hevpeymaniyeke nû li dijî terorê bibe.
Di bermber de, Serokê Amerîkayê Barack Obama serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bi “sitemkar û kujerê zarokan” binav kir û tekez li ser qonaxa veguhêz li Sûriyê “bê hebûna Esed” kir.
Obama di gotara xwe de ji endamên NY re got: “Dema ku dektatorek bi dehan hezar ji gelê xwe dikuje, ev yek êdî namîne karekî navxweyî yê wek welatî.”
Serokê Amerîka tekez kir jî ku, ew amade ne derbarê Sûriyê de ligel Mosko û Tehranê kar bikin.
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî jî, ku piştgiriya rejîma Esed dike, got ku, welatê wî amade ye şerê terorê bike û rê li pêş demokrasiyê li Sûriyê xweş bike.
Serokê Fransayê, François Hollande tekez kir ku, "Esed çavkaniya pirsgirêkê ye, nikare bibe parçeyeke çareseriyê... Divê Esed biçe."
Hollande eşkere kir jî ku, ew dê ligel hevpeymanên xwe pirsa avakirina navçeyeke li dijî firînê li Sûriyê gotûbêj bike. Ew navçe jî wek xewnekê ji Tirkiyê re ye.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, ku dê di rûniştina îro de gotara xwe bide, di konferenseke rojnamevanî de got: “Di Sûriyeya nû de cihê Esed nîne.”
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Brîtamyayê David Kameron tekez li ser çareserkirina krîza Sûriyê kir, herwiha anî ziman ku, dibe Esed di destpêkê de bimîne lê divê piştre ji ser desthilatê rabe, bêyî ku amaje bi dema çûna wî bike.
Ev 5 sal in ku krîz li Sûriyê berdewam e, heta niha bêhtir ji 250 hezar kesî hatiye kuştin û 1 milyon kes ji wî welatî koçber û derbider bûne.