Jotiar Murad
Reporter
Pentagon derbarê Sûriyê de ligel Rûsya dikeve têkiliyê
Obama li ser çûna Esed rijd e
K24- Navenda Nûçeyan
Pentagon kenalên peywendiyên ligel Artêşa Rûsyayê vedike, ji bo ku ti rûbirûbûn di navbera her du aliyan de li esmana Sûriyê dernekeve.
Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon), Peter Cook, di daxuyaniyeke rojnamevanî de duh, 29ê Îlonê, ragehand ku, mebest ji wan peywendiyan ew e ku, hêzên Rûsî nebine rêgir ji operasyonên hevpeymaniya navdewletî re li Sûriyê.
Ev bû demek ku Washington bi hûrî çavdêriya tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyê dike, ku gelek tank, firoke, helicopter û leşker li parêzgeha Laziqiye bicih kirine.
Vekirina kenalên peywendiyan di navbera artêşên Amerîka û Rûsyayê de piştî civîna pêr, 28ê Îlonê, ya di navbera serokê her du welatan de tê.
Li gor berpirsên Amerîkî jî, Rûsyayê 4 firokeyên din ên şerker ji cure Sukhoi 30 şandine Sûriyê, bi vê yekê hejmara firokeyên ji cure navborî li Sûriyê digehe 8 firokeyan, tevî 10 firokeyên din ji cure Sukhoi 24.
Rûsya wek piştgira sereke ji rejîma Sûriyê re tê naskirin, herwiha li ser wê yekê rijd e ku divê civaka navdewletî alîkariya rejîma Esed bike di şerê li dijî terorê de.
Ev xal jî koka nakokiyê di navbera Mosko û Amerîkayê de ye, ji ber ku serokê welatê navborî, Barack Obama, tekez dike ku rejîma Esed sedema geşbûna terorê ye û wî bi “sitemkar û kujerê zarokan binav dike.”