Jotiar Murad
Reporter
Hejmara penaberan li Kurdistanê digehe ”2 milyonan”
Ji wan 250 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê ne.
K24- Hewlêr
Hikûmeta Herêma Kurdistanê radighîne ku wê “2 milyon” penaber û derbider hewnadine û ew li 9 kampan bicih kirine.
Cîgirê Berpirsê Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dîndar Zêbarî di konferensekî rojnamevanî de duh, 29ê Îlonê, ragehand ku, ji koma “2 milyon” penaber, 250 hezar ji Rojavayê Kurdistanê ne.
Herêma Kurdistanê ya ku di krîzeke darayî de derbas dibe, berdewam gilî û gazinan ji cavaka navdewletî dike ku wek pêwîst alîkariya wê di hawarçûn û peydakirina pêwîstiyên penaberan nekiriye.
Derbarê belavbûna her “2 milyon” derbider û penaberî li Herêma Kurdistanê, Zêbarî got ku, ji sedî 38ê wê hejmarê ji kampan dijîn û ji rêjeya mayî li nav bajar û bajarokê dijîn.
Piştî girtina çend navçeyên Iraqê û bi taybetî Mûsil ji aliyê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve, pêlên mezin ji xelkên wan navçeyan berê xwe dan Herêma Kurdistanê.
Kampên penaberan 9in li seraserê Herêma Kurdistanê, 4 li Dihokê, 4 li Hewlêrê û kampek li Silêmaniyê ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike jî ku, tevî kîza aborî û darayî ya ji encama birîna budceya Hewlêrê ji aliyê Bexdayê ve (Sibata 2014an), lê wek pêwîst alîkariya hemû penaber û derbideran hatiye kirin.