Jotiar Murad
Reporter
Parlementoya Rûsyayê şandina hêzên leşkerî bo Sûriyê pesend dike
Bi tevaya dengan biryara belavkirina hêzên leşkerî li derveyî welat pesend kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Parlementoya Rûsyayê biryara belavkirina hêzên leşkerî li Sûriyê pesend dike, piştî ku serokê wî welatî ew daxwaz kiribû.
Serokê Rûsyayê, Valdimer Putin, daxwaza ji Parlementoya Rûsyayê (Kremlin) kiribû ku, razîbûna xwe bide li ser şandina hêzên leşkerî bo Sûriyeyê.
Serokê Dîwana Serokatiya Rûsyayê, Sergei Ivanov, ragehand ku, Kremlinê di civîna xwe ya îro, 30ê Îlonê de, bi tevaya dengan biryara belavkirina hêzên leşkerî li derveyî welat pesend kir.
Ivanov diyar kir jî ku, serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed, ji Putin daxwaz kiribû ku hêzên leşkerî yên Rûsyayê bişîne Sûriyê.
Berpirsên Amerîkî dibêjin ku, ji destpêka Îlonê ve Mosko hêzên leşkerîn dişîne firokexaneyeke leşkerî li parêzgeha Leaziqiye (rojavayê Sûriyê).
Bi gotina wan berpirsan, heta niha Rûsyayê bêtirî 25 firokeyên êrîşker, 15 helîkopter, 9 tank, 3 sîstemên rokêtan û dora 500 leşker û pispor ên Rûsî li bajarê Lazîqiyê bicih kirine.
Lê Sergei Ivanov tekez kir ku, ew biryara Kremlimê tenê ji bo şandina hêzên esmanî ye û rê bi şandina hêzên bejayî bo derveyî Rûsyayê nade.
Rûsya tekez dike ku, dive civaka navdewletî piştgiriya Esed bike di şerê li dijî terorê de, lê Amerîka wê yekê bi tundî red dike û Esed bi “sitemkar û kujerê zarokan” binav dike.