Jotiar Murad
Reporter
Amerîka û Rûsya dest bi danûstandinên leşkerî dikin
da ku ti rûbirûbûnekê di navbera hêzê her du welatan de li esmana Sûriyê dernekeve.
K24-Navenda Nûçeyan
Amerîkayê dest bi danûstandinên leşkerî ligel Rûsyayê dike, welatê navborî jî tekez dike ku operasyonên wê li dijî pêgehên DAIŞê bûn, lê opozîsyona Sûriyê red dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerryy duh, 30ê Îlonê, ragehand ku ew dê dest bi danûstandinên leşkerî ligel Rûsyayê bikin, da ku ti rûbirûbûnekê di navbera hêzê her du welatan de li esmana Sûriyê dernekeve.
Parlementoya Rûsyayê duh rezamendiya xwe li ser şandina hêzên leşkerî bo Sûriyê anîbû ziman, Wezareta Bergiriya Rûsyayê tekez kir ku, piştî biryarê wan 20 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê kirin.
Wezareta Rûsî tekez kir jî ku, firokeyên wan 8 pêgehên DAIŞê jinav birine, ew operasyon jî li ser bingeha zanyariyên Artêşa Sûriyê hatine encamdan.
Her yek ji NATO û Amerîkayê jî ragehandin ku, hin rapor gehiştine dest wan ku dibêjin ew operasyonên Rûsî li dijî pêgehên opozîsyona Sûriyê hatine encamdan.
Lê ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) belav kir ku, operasyonên Rûsî li dijî pêgehên “terorîstan” li Hims û Hemayê hatine kirin.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî di daxuyaniyekê de diyar dike ku, ji encama êrîşên Rûsyayê yên esmanî “36” welatiyên sivîl hatine kuştin.
Berpirsên Amerîkî dibêjin ku, ji destpêka Îlonê ve Mosko hêzên leşkerîn dişîne firokexaneyeke leşkerî li parêzgeha Leaziqiye (rojavayê Sûriyê).
Bi gotina wan berpirsan, heta niha Rûsyayê bêtirî 25 firokeyên êrîşker, 15 helîkopter, 9 tank, 3 sîstemên rokêtan û dora 500 leşker û pispor ên Rûsî li bajarê Lazîqiyê bicih kirine.
Lê Serokê Dîwana Serokatiya Rûsyayê, tekez kiriye ku ew ti hêzên bejayî naşînin Sûriyê, tenê dê bi rêyên esmanî alîkariyê bikin.
Ev operasyonên Rûsyayê li ser daxwaza serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed bû.
Heta niha Amerîka her hevkariyekê ligel Esed di şerê li dijî terorê de red dike, lê Rûsya tekez dike ku piştguhxistina hikûmeta Sûriyê “şaşiyek mezin e.”