Jotiar Murad
Reporter
Wezareta Pêşmerge: Rûsyayê çek ji me re neşandine
Sergey Lavrov gotiye ku ew bi rêya Bexdayê çekan ji Kurdan re dişînin
K24- Navenda Nûçeyan
Rûsya radigehîne ku ew alîkariyên çekdarî dide “Kurdên ku şerê DAIŞê dikin” û ew beşek ji “navenda hevahengiyê ne“, Wezareta Pêşmerge jî red dike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov di konferenseke rojnamevanî de roja, 1ê Cotmehê got ku, ew bi rêya Bexdayê alîkariyên çekdarî dişînin ji “Kurdên ku şerê rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) dikin.”
Ev daxuyanî piştî rojekê ji destpêkirina êrîşên esmanî yên Rûsyayê li ser “pêgehên DAIŞê” li Sûriyê tê, lê heta niha Moskoyê ew pêngav li Iraqê neavêtiye.
Fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemû jî daxwaza alîkariyên leşkerî û piştgiriya esmanî ji Rûsyayê kiribû.
Lavrov diyar kir jî ku, hêzên Kurdî jî ”beşdar in” di navenda hevahengiyê di navbera Rûsya, Îran, Sûriyê û Iraqê li welatê navborî.
Lê Sekreterî Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di daxuyaniyekê de red kir ku ti têkiliya wan bi wê navenda hevahengiyê re hebe.
Yawer red kir jî ku, ti alîkariyên leşkerî yên Rûsyayê gehiştibin Herêma Kurdistanê, tekez kir jî ku Moskoyê tenê alîkariyên mirovî ji Kurdên Êzdî re şandine.