Îran gefa bikaranîna hêzê li dijî Sûdiyê dixwe

Termê 104 Îraniyan ji Erebistana Siûdiyê gehişt Tehranê

Îran gefa bikaranîna hêzê li dijî Sûdiyê dixwe
Îran gefa bikaranîna hêzê li dijî Sûdiyê dixwe

K24- Navenda Nûçeyan

Îran gefa bikaranîna hêzê li Erebistana Siûdiyê dixwe, eger derket ku “dest in” li pişt bûyera Mîneyê hebin.

Serê sibeha îro, 3yê Cotmehê, termê 104 qurbaniyan ji Îraniyên ku di bûyera Mîneyê de canê xwe ji dest dabû gehiştin Tehranê.

Di bûyerma Mîneyê de, ji encama qerebalxiya cadeya birêveçûnê û lihevketina heciyan, roja (23yê Îlonê) 800 kesî canê xwe ji dest daye, li gor amarên fermî yên Erebistana Siûdiyê.

Ji nava koma qurbaniyan jî, 465 kesên Îranî hebûn ku termên 104an ji wan îro gehiştin Tehranê û wê sibe bi wî bajarî bi baxê xwerin spartin.

Serokormarê Îranê, Hesen Rûhanî û berpirsên payebilind ên hikûmetê di pêşwaziya wan terman de beşdar bûn.

Rûhanî di gotara xwe de bi zimanekî tund rexne li Siûdiyê girtin û got: “Em çav ji xwîna lawên xwe nagirin eger kesên kêmterxem di karesata Mîneyê de hebin.”

Hesen Rûhanî got jî ku, wan heta niha bi zimanê “biratî, hest û hin caran dîplomasiyetê” danûstan ligel wê karesatê kiriye “lê eger pêwîst bû emê hêzê bikar bînin.”

Li gor Îranê, di bûyera Mîneyê de nêzîk 5 hezar kesî hatine kuştin.

Erebistana Siûdiyê jî tekez dike ku, ew buyer ji ber qerebalxî û lihevkeftina heciyan bû û ti planek li pişt nebûye.