Bayik: AKP yekgirtina kantonên Rojava asteng dike

Rêkeftina Incirlikê ji tirsa statuya Kurdan bû.

Bayik: AKP yekgirtina kantonên Rojava asteng dike
Bayik: AKP yekgirtina kantonên Rojava asteng dike

K24- Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigehîne ku, Tirkiyê “yekgirtina” kanotnên Rojavayê Kurdistanê “asteng dike” ji bo pirsa Kurdî li Bakurê Kurdistanê “çareser neke.”

Hevserokê KCK Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel malpera Rojnews de got ku “Tirkiyê dît ku pirsgirêka kurd di bin serweriya Tirkiyê de derdikeve û nedihişt çareser bibe.”

Bayik dide zanîn jî ku, piştî şoreşa li Rojavayê Kurdoistanê Kurd ji bin desthilatdariya Tirkan derket û pirsgirêka kurd mezin bû û bû navnetewî.”

Cemîl Bayik di axaftina xwe de dibêje ku, piştî alîkariya Amerîka û welatên rojava ji alîkariya kurdan re, niha Rojavayê Kurdistanê bûye hêza herî girîng “Vê yekê Tirkiye tirsand ji ber ku hebûna statuyek ji bo kurdan êdî Tirkiyê ji rola stratejîk a berê derdixe û lawaz dibe.”

Hevserokê KCK dibîne ku, ji ber wan xalên borî, Tirkiyê guhertin di siyaseta xwe de çêkir û tevlî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bû.

Cemîl Bayik dibêje jî ku Tirkiyê operasyona li dijî PKK dest pê kir, da ku DAIŞê “biparêze” û wiha berdewam kir: “Komkujiya li pirsûsê û Kobanê û kuştina leşkerekî xwe li Kilîsê amadekirina bingeha senaroyek mezin bû. Piştî wê hema êrîşî PKK’ê kir ji bo ku DAIŞ’ê biparêze. Ger DAIŞ nehata parastin wê siyaseta wan jî têk diçû. Amerîka jî dixwaze Tirkiyê bixe şerê li dijî DAIŞ’ê. Ji bo darbeyê li PKK û Rojava bide xwest xwe li Cerablus bicih bike.”

Hesverokê KCK di nav gotinên xwe de diyar dike jî ku rêkeftina Incirlikê ya ligel Amerîkayê ji bo wê yekê bû da ku “Li gor wê lihevkirinê Tirkiyê nedixwest ku statuyek ji kurdan re were naskirin, nedixwest Kantonên Rojava yek bibin ji bo ku pirsgirêka kurd li Tirkiyê çareser neke.”