Jotiar Murad
Reporter
Fontex: 630 hezar penaxwaz derbasrî Ewropayê bûne
bi awayên qaçax û neyasayî derbasî sînorên Yekîtiya Ewropayê bûne.
K24- Navenda Nûçeyan
Ajanseke Ewropî radigehîne ku di 2015an de 630 hezar penaxwaz bi awayên neyasayî derbasê Ewropayê bûne, lê Almanyayê jî dengên nerazîbûn bilindtir dibin.
Serokê Ajansa Ewropî bo Çavdêriya Sînor (Fontex), Fabrice Leggeri duh, 4ê Cotmehê, got ku ji destpêka sala 2015an û heta niha, 630 hezar penaxwaz bi awayên qaçax û neyasayî derbasî sînorên Yekîtiya Ewropayê bûne.
Di sala 2015an de çeûna penaxwaza bo Ewropayê bi awayekî metirsîdar zêdebûye, welatên rojava jî dibêjin ku ev mezintirîn pêla penaberiyê ye ji cenga cîhanî ya duyem ve.
Ji aliyek din ve, dijberên Şêwirmenda Almanî, Angela Merkel, rexneyên tund lê digrin û daxwaza danîna sînorekî ji hatina penaxwazan bo wî welatî were danîn.
Heta niha Almanyayê nêzîk 800 hezar penaberî wergirtiye, li gor pêşbîniya dibe ku hejmar bigehe yek milyonî.
Praniya penaxwazên ku bi rêyên neyasayî berê xwe didin Ewropayê, welatiyên Sûriyê ne yên ku ji ber şer û tundiya ku ev 5 salin lî wî welatî berdewamin, reviyane.
Li gor amarê navdewletî jî, di sala 2015an de nêzîk 250 hezar penaberên Sûrî gehane Ewropayê. Herwiha dora 2 hezar û 700 Penaberên Sûrî dema ku xwestine xwe bigehînin welatên Ewropayê di deryayê de xeniqîne.