Jotiar Murad
Reporter
PDK “pêşniyarên nû” derbarê krîza serokatiyê de amade dike
civîna aliyên siyasî jî bo 8ê mehê hat paşxistin.
K24- Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêşniyarên nû derbarê krîza serokatiyê de amade kiriye, civîna aliyên siyasî jî bo 8ê mehê hat paşxistin.
Biryar bû 9emîn civîna aliyên siyasî yên beşdar di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo dîtina çareseriyekê ji krîza serokatiyê re sibe, 6ê Cotmehê, birêve çûba lê civîn bo roja Pênşemê hat paşxistin.
PDK ji bo civîna bê jî çend bijardeyên nû amade kirine da ku pêşkeşî 4 aliyên din bike.
Ofîsa peywendiyên derve ya PDK li ser Twitterê belav kiriye ku “PDK bijardeyên nû derbarê pirsa serokatiyê de ji 4 aliyên din re amade kiriye.”
Civînên aliyên siyasî bo çareserkirina krîza serokatiyê ji roja 19ê Tebaxê ve destpê kirine, heta niha jî negehiştine ti rêkeftinekê.
Naveroka wan bijardeyan nehatiye eşkerekirin, lê rayedarên PDK tekez dikin ku, dive Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, desthilatên wî jî neyên kêmkirin.
Di civîna 8em de, ku roja 18ê Îlonê birêve çûbû, her yek ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goranê, Komel û Yekgirtûya Islamî li Herêma Kurdistanê 2 pêşniyar derbarê pirsa serokatiyê de pêşkeşî PDK kiribûn.
Pêşniyara yekem ew bû ku, Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve û bi desthilatên berfireh were hilbijartin.
Hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê gel ve û bi desthilatên sînordar, pêşniyara duyem ya 4 aliyan bû, lê Cîgirê Serokê PDK, Nêçîrvan Barzanî, naveroka her du pêşniyaran bi “matmayî” binav kiribû.
Her 4 aliyên siyasî tekez dikin ku, divê PDK di çarçoveya her du pêşniyaran xwe helwesta xwe yekalî bike, PDK jî li ser helwesta xwe rijd e.
Rayedarên PDK tekez dikin jî ku, eger aliyên siyasî nikarîn pirsa serokatiyê çareser bikin, dê ew berê xwe bidin referandûma gelerî bo yekalîkirina wê pirsê.