Zivistana herî sar li pêşiya penaberên li Dihokê ne

Zivistana herî sare ji 30 salî û bivir de.

Zivistana herî sar li pêşiya penaberên li Dihokê ne
Zivistana herî sar li pêşiya penaberên li Dihokê ne

K24- Navenda Nûçeyan

Pêşbîniyên seqayê diyar dikin ku îsal sartirîn zivistan ji 30 salî de dê bi ser Duhkê de were, jiyana penaber û derbideran jî dikeve metirsiyê.

Malpera (worldweatheronline.com) ku taybet e bi rewşa seqayê li cîhanê belav kiriye ku di meha Kanûnê de wê bilindtirîn pileya germayê li parêzgeha Dihokî 10 be û pileya herî nizim jî 2 be.

Li gor amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, niha di navbera 1 milyon û 800 hezar û 2 milyon penaber û derbider li Hewlêr, Silêmaniyê û Dihokê belav bûne.

Ji wê hejmarê 600 hezar li parêzgeha Dihokê ne, ku 4 kampên penaberan û 16 kampên derbideran li xwe digre.

Wê malpera taybet bi rewşa seqayê diyar kiriye jî  ku, dê zivistana îsal sartirîn zivîstan be ji 30 salî û vir de ku bi ser Dihokê de tê, di Çoleya 2014an de wê bilindtirîn pile 8 be û ya herî nizim jî 2 be, di Sibatê de ew pileya herî bilind dibe 10 û ya herî nizim jî dadikeve 3 pileyan.

Tevî krîza darayî ya ku Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, lê civaka navdewletî hewldanên wê di warê pêşwazîkirin û alîkariya penaber û derbideran de bilind dinirxîne.

Tevî ku hikûmeta Iraqê di alîkarîkirina penaberan de xemsar e, civak û rêxistinên navdewletî jî wek pêwîst bi erkê xwe di alîkarîkirina penaberan de ranebûye, ew jî cihê rexnegirtinê ye li cem Herêma Kurdistanê.