Jotiar Murad
Reporter
Wezareta Pêşmerge: DAIŞê xaza Xerdel bikar aniye
DAIŞê “37” rokêtên helgirên çekên kîmyayî arasteyî pêgehên Pêşmerge kirine
K24- Hewlêr
Wezareta Pêşmerge radigehîne ku, DAIŞê “37” rokêtên helgirên çekên kîmyayî arasteyî pêgehên Pêşmerge kirine, di lêkolînan de derketiye ku xaza Xerdel hatiye bikar anîn.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de duh, 7ê Cotmehê, diyar kir ku, wan samplên xwînê ji 35 Pêşmergeyî, ku bi çekîn kîmyayî birînda bibûn, wergirtiye û bo taqîgehên derve şandine.
Di daxuyaniyê de hatiye ku, rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) 2 êrîşên bi çekên kîmyayî li dijî pêgehên Pêşmerge li Guwêr û Mexmûrê encamdaye.
Di lêkolînên ku li saplên xwînê hatine kirin de derketiye ku, DAIŞê di wan êrîşan de xaza Xerdel bikar aniye.
Xaza Xerdel, ya ku li ser asta navdewletî qedexe ye, çerimê mirov dişewtîne û aloziyên di endamên henasedanê de çêdike.
Wezareta Pêşmerge diyar nekiriye ku ti Pêşmergeyek ji encama çekên kîmiyayî canê xwe ji dest daye yan na, herwiha amaje bi astê birînên wan jî nekiriye.
Li gor daxuyaniyê, DAIŞê 37 rokêtên helgirên çekên kîmyayî arasteyê pêgehên Pêşmergeyan kirine.
Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, gotibû ku, heta niha tenê hezar maskên xweparastinê ji çekê kîmyayî gehiştine dest Pêşmergeyan, ew rêje jî bi “gelek kêm” dabû zanîn,
Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmyayî, berê dilgiraniya xwe ji nûçeyên hebûna çekên kîmyayî di dest DAIŞê de anîbû ziman.
Dema girtina Mûsil û çend navçeyên din ên Iraqê, cebilxaneyên çekîn Artêşa Iraqê desteserkirin, pêşbînî tê kirin ku, çekên kîmyayî jî di wan cebilxaneyan de hebin.