Amerîka: Ji sedî 90 êrîşê Rûsî ne li dijî DAIŞê ne

lê Rûsya dibêje ku firokeyên wan “120” pêgehên DAIŞ li Sûriyê kirin armanc.

Amerîka: Ji sedî 90 êrîşê Rûsî ne li dijî DAIŞê ne
Amerîka: Ji sedî 90 êrîşê Rûsî ne li dijî DAIŞê ne

K24- Hewlêr

Amerîka, Tirkiyê û Brîtanya rexneyên tund li êrîşê esmanî yên Rûsya li Sûriyê digrin, radigehînin jî ku piraniya êrîşan li dijî pêgehên opozîsyonê hatine encamdan.

Ji dema ku Rûsyayê (30î Îlonê) dest bi êrîşên xwe yên esmanî li dijî pêgehên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li Sûriyê kiriye, gelek rexne lê hatine girtin ku mebesteke wê ya veşartî li pey wî karî heye.

Serokê Rûsyayê, Valdimir Putin, dibêje ku, heta niha firokeyên wan “120” pêgehên DAIŞ li Sûriyê kirin armanc.

Lê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kerby, diyar kiriye ku, “ji sedî 90 ê wan êrîşan ne li dijî navçeyên DAIŞê yan grûpên wê yan yekîne û çalakiyên wê ne.”

Li gor Wezareta Bergirî ya Rûsyayê, êrîşên wan ên li dijî DAIŞê bi rêya çekên herî pêşketî, ku armanca bi hûrî pêk tînin, encam didin.

Nûnerê Brîtanyayê yê Taybet li Sûriyê, Gareth Bayley, li ser Twitter ê belav kiriye ku, ji sedî “70ê” yê êrîşên Rûsî ne li dijî navçeyên ne di bin kontrola DAIŞê de ne.

Hikûmeta Sûriyê jî tekez dike ku, hemû êrîşên Rûsyayê li dijî pêgehên “terorîstan” tên encamdan. Lê ew grûpên çekdarên ên opozîsyonê jî bi “terrorist” binav dike.

Herî dawî jî, Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmed Davutoglu, got ku, heta niha “tenê 2 êrîş” ji yên Rûsyayê li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê hatine encamdan.

Firokeyên şer ên Rûsyayê ji firokexaneya Himêmîm ya Laziqiyê difrin û pêgehên DAIŞ li Sûriyê bombebaran dikin. Lê Moskoyê ragehandiye ku duh wan ji deryaya Qezwînê 27 rokêtên dûravêj arasteyî pêgehên DAIŞê kirine.

Welatên rojava û Amerîka û welatên herêmî jî dibînin ku, ew êrîşên Rûsyê ji bo piştgiriya rejîma Sûriyê ye, piştî ku şervanên opozîsyona Sûriyê karîbûn destkeftên girîng li ser erdê bidest bixin.

Piştî 4 salan ji krîzê, niha Sûriyê ketiye bin kontrola 4 aliyan de, beşek di bin desthilata rejîmê de, beşê din DAIŞ kontrol dike, grûpên opozîsyona Sûriyê jî beşekî berçva ji axa wî welatî kontrol dikin. Ji xwe Rojavayê Kurdistanê (Kurdistana Sûriyê) jî di bin kontrola Kurdan de ye.