DAIŞ 3 welatiyên Aşûrî yên Rojava gulebaran dike

187 welatiyên Aşûrî dîlkirine

DAIŞ 3 welatiyên Aşûrî yên Rojava gulebaran dike
DAIŞ 3 welatiyên Aşûrî yên Rojava gulebaran dike

K24- Navenda Nûçeyan

Çekdarên DAIŞê 3 welatiyên Aşûrî gulebaran dike, ku ew ji navçeya Til Temir a Rojavayê Kurdistanê revandibûn.

Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) roja 23ê Sibata borî êrîş kiribû ser bajarokê Til Temir (98.6 KM başûrê rojavayê Qamişlo) û gundên derûdora wê, piştî talankirina navçeyê “187” welatiyên Aşûrî dîlkiribûn.

DAIŞê duh, 7ê Cotmehê, dîmenek vîdyoyî li ser torên civakî belav kir, ku têde 3 welatiyên Aşûrî ji aliyê çekdaran ve tên glebaran dike.

Tora Aşûrî ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de îro Pêncşemê ragehand ku ew her 3 kes bi navên “Dr. Ebdulmesîh Noya û Aşûr Ibraham ji Til Cizîrê û Besam Mîşayîl ji gundê Til Şemîram e.”

Li gor Tora Aşûrê, tawana gulebarankirina wan 3 welatiyên Aşûrî di yekem roja Cejna Qurbanê de (23ê Îlonê) hatiye encamdan, lê dîmen vîdyoyî nû duh belav bûye.

Dema êrîşkirina li ser Ti Temir û derûdora wê, çekdarên DAIŞê çend dêr şewitandibûn, xanî talankiribûn, çend kes kuştibûn û “187” welatiyên Aşûrî jî dîlkiribûn.

Praniya wan kesn dîlkirî jî jin û zarokin, li gor agahiyên ku Tora Aşûrî dane.

Til Temir navçeyek Aşûrê ye li Rojavayê Kurdistanê û niha di bin kontroal Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.