TEV-DEM: Rûsya pêşniyara hevkariyê li me dike

“Eger Amerîka piştgiriya Kurdan neke, dê destê xwe bidin Rûsyayê”

TEV-DEM: Rûsya pêşniyara hevkariyê li me dike
TEV-DEM: Rûsya pêşniyara hevkariyê li me dike

K24- Navenda Nûçeyan

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar dike ku, Rûsyayê pêşniyara “hevkariyê ligel Kurdan” di şerê li dijî DAIŞê de kiriye, pisporek jî dibêje eger Amerîk alîkariyên xwe ji Kurdan re zêde neke, dê destên xwe ji Moskoyê re dirêj bikin.

Endama Konseya Rêveber a TEV-DEMê Ilham Ehmed, ku niha li Amerîkayê ye, roja 8ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ji Al-Monitor re got: “Rûsya dixwaze di şerê li dijî DAIŞ û grûpên din ên radîkal de, ligel me kar bike.”

Ji dema destpêkirina êrîşên Rûsyayê li Sûriyê (30ê Îlon), heta niha firokeyên wî welatî ti êrîşek li esmana Rojavayê Kurdistanê pêk neanîne, tenê firokeyên hevpeymaniya navdewletî piştgiriya esmanî didin Kurdan.

Ilham Ehmed ew destêwerdana Moskoyê bi “pêngavek baş li dijî terorê” binva kir, lê amaje bi xala “nebaş” a wan êrîşan kir û got ku ew êrîş “rejîma Esed bihêz dikin.”

Ji aliyekî din ve, Peymangeha Washington a Siyaseta Rojhilata Jêrîn raporeke pisporê Fransî, Fabrice Balanche, belav kiriye, ku tê de behsa egera hevpeymaniya PYD ligel Rûsyayê dike.

Fabrice Balanche nivîsiye ku, eger Amerîka piştgiriya Kurdan di hewldanên yekgirtina Kobanê û Efrînê de neke, dê ew “hevpeymaniyê ligel Esed yan Rûsyayê bikin” ji bo bidestanîna wê armancê.

Di raporê de hatiye jî ku, piştî vekirina binkeya Incirlikê ji aliyê Tirkiyê ve, Amerîka soz dayê ku ew nahêle Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên Koban û Efrînê bigehînin hev.

Balanche dibêje jî ku, dibe PYD hevpeymaniyekê ligel Esed yan Rûsyayê pêk bîne, daku armanca yekgirtina Koban û Efrînê cîbicîbike.

Serkirdeya TEV-DEMê ji Al-Monitor re ragehandiye jî, li derdora Idlib û Helebê “pêgehên Artêşa Azad nînin” heta ku firokeyên Rûsî li wan bixin.

Ilham Ehmed amaje bi Rojavayê Kurdistanê dike û dibêje: “Em daxwaza rêveberiya xweser dikin û ne desthilata xwe dikin.”