Aloziya li Qeladizê û helwestên siyasî û fermî

3 kes bûne xurbanî û 10 birîndarin

Aloziya li Qeladizê û helwestên siyasî û fermî
Aloziya li Qeladizê û helwestên siyasî û fermî

K24- Hewlêr

Hejmara qurbaniyên xwepêşandana Qeladizê bo 3 kesan bilind dibe, rayedarên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî jî daxwaza parastina aramiya rewşê dikin.

Xwepêşanderên Qeladizê (134KM bakurê Silêmaniyê)ku ji bo “nebûna mûçeyê” rijiyabûn ser cadeyan, berên xwe dan ofîsa rêxistinê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li wî bajarokî, partiya navborî jî aliyekî siyasî bi germkirina xwepêşanderan tohmetbar dike.

Di bûyerê de teqe li xwepêşanderan hat kirin, di encam de 3 kesan canê xwe ji dest daye û 10 birîndar hene, lê heta niha amar ji aliyên fermî nehatiye rahgehandin.

Krîza aborî û darayî ya ku Herêma Kurdistanê vegirtiye ji encama wê yekê ye ku, ji Sibata 2014an ve û heta niha Bexdayê ne budce û ne mûçeya fermanberan naşîne Hewlêrê.

Rayedarên Tevgera Goranê û medyaya ser bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêjin ku, zêrevanên ofîsa rêxitsinê ya PDK teqe li xwepêşanderan kirine, partiye navbvorî jî red dike.

PDK, Tevgera Goranê bi wê yekê tohmetbar dike ku, xwepêşanderên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê li dijî baregeh û ofîsên wan germ dikin. PDK tekez kiriye jî ku “her destdirêjiyek li ser baregehên me were kirin, dê bê bac derbas nebe.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji “hemû dezgehên Herêma Kurdistanê yên ewlekarî û Kargêrî û Hizbî” kiriye ku li ser xwe bin û rê li pêş berferehiya alozî û tundiyê bigirin.

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNK, Kosret Resûl Elî, di daxuyaniyekê de daxwaza aramkirina rewşê kir û got ku, niha gelek krîz hene ku bûne gef li ser asayiş û aramiya Herêma Kurdistanê. Daxwaz ji xelkê jî dike ku derfetek din bidin aliyên siyasî da ku wan krîzan çareser bikin.

Derbarê teqekirina li xwepêşandana Qeladizê, Mesûd Barzanî tekez kir ku, dê kesên tohmetbar werin cezadan.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji dezgehên peywendîdar kir ku, rê li pêş têkçûna aramiya Kurdistanê bigrin. Ji dezgehên medyayî jî xwast ku bi awayekî berpirsiyarane danûstanê ligel rewşê bikin.