Jotiar Murad
Reporter
Avakirina xendeka navbera Bakur û Rojava berdewam e
xendek bi dirêjahiya 100 KMan e.
K24- Navenda Nûçeyan
Tirkiyê li ser koalan xendekê di navbra Bakur û Rojavayê Kurdistanê de berdewam e, xendek bi dirêjahiya 100 KMan e.
Di van rojên dawiyê de, desthilatdarên Tirkiyê karên kolandina xendekê ji Nisêbînê heta Cizîrê carek din destpê kirine.
Ev pêngava Tirkiyê bi bihaneya “xwe parastinê” li dijî kiryarên terorî û karê qaçaxiyê tê.
Xendek ji Nisêbînê destpê dike û li Cizîrê bidawî tê, Dirêjaiya xendekê 100 KM e, bi kûrahiya 5 metran û berferehiya 5 metran e jî.
Herwiha li her du teniştên xendekê girek bi bilindahiya 4 mitroyan ji axê hatiye bilindkirin. Heta niha jî 3 KM jê hatiye kolan.
Piştî temamkirina kolana wê xendekê, dê Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo û heta Dêrikê ji Bakurê Kurdistanê were cudakirin.
Di sala 2014an de, desthilatdarên Tirkiyê xendekek bi dirêjahiyê 1 KM ji Nisêbînê bi aliyê Qiziltepê ve kolandibû.