Jotiar Murad
Reporter
KCKê agirbestê radigehîne
diyar dike jî ku dê ti çalakiyekê nekin eger êrîş li ser wan neyê kirin.
K24- Navenda Nûçeyan
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) agirbesta yekalî ragehand, diyar dike jî ku dê ti çalakiyekê nekin eger êrîş li ser wan neyê kirin.
Konseya Rêveber a KCK di daxuyeniykê de îro, 10ê Cotmehê, ragehand ku “Di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin.”
Di daxuyaniyê de hatiye ku, AKP wan bi têkdana ewlehiya hilbijartinan tohmetbar dike “ji bo ku sedemên şerê ku daye destpêkirin ji gel veşêre.”
KCK diyar dike jî ku “di çarçoveya bangên ji nava Tirkiyeyê û ji derve hatin kirin de, tevgera me biryar daye ku heta êrîşek li hemberî gelê me û hêzên gerîla neyê kirin, wê hêzên gerîla di rewşa bêçalakiyê de bin.”
Lo gor daxuyaniya Konseya Rêveber a KCKê, dê gerîlayên wan tenê xwe biparêzin û “Hêzên me yên gerîla wê di vê pêvajoyê de, xwe ji pêkanîna çalakiyên plankirî vegirin, ji bilî parastina rewşa xwe ya heyî wê nekeve nava ti tevgerê û nekeve nava ti hewldaneke zerarê bide pêkhatina hilbijartinan bi awayekî wekhev û adîl.”