Jotiar Murad
Reporter
Berpirsekî YNK: Şewitandina baregehên PDK krîzan çareser nake
5 kes bûne qurnbanî
K24- Hewlêr
Berpirsê melbenda YNKê ya Hewlêrê dibêje ku, şewitandina baregehên PDK arîşeyan çareser nake û wî karî “şermezar” dike.
Berpirsên melbenad 2 a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê, Rizgar Elî, di daxuyaniyekê de îro, 11ê Cotmehê, ji K24ê re got ku, mafê xwepêşandanê li Herêma Kurdistanê parastî ye, lê ew li dijî derketina aloziyan in.
Rizgar Elî ku di heman demê de endamê polîtbîroya YNK ye got jî ku, divê serkirdeyên aliyên siyasî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe di çareserkirina arîşeyan de rabin.
Di xwepêşandanên ku ev çend rojin li sîorên Silêmanî û Germiyanê tên encamdan de, êrîş li ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tê kirin.
Li gor amarên nefermî jî, heta niha 9 baregeh rastî zirarê ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye, 4 baregeh jî hatine şewitandin.
Rizgar Elî di vê derbarê got ku, ew zirargehandin bi baregehên PDKê şermezar dikin û şewitandina baregehan arîşeyan çareser nakin.
Navborî tekez dike jî ku, hêzên asayiş û ewlekariyê li sînorê Silêmaniyê bi erkên xwe di parastina baregehên PDK de rabûne, di demekê de partiya navborî dibêje ku baregehên wan nehatine parastin.
Di xwepêşandanên ku alozî têde derketine, heta niha 5 kesan canê xwe ji dest dane û bi dehman kes birîndar bûne.
Lê heta niha aliyên fermî amarên xwe ranegehandine.