Jotiar Murad
Reporter
Parlementoya Îranê rêkeftina atomî pesend dike
139 parlementeran di berjewendiyan rêkeftinê de deng dabûne rêkeftinê
K24- Navenda Nûçeyan
Parlemenotya Îranê rêkeftina atomî ya ligel welatên rojava pesend dike, serokê parlementoyê jî dibêje ku ew dê hûrgiliyên rêkeftinê jî bixwînin.
Ajansa fermî ya Îranê (ÎRNA) ragehand ku îro, 11ê Cotmehê, parlementyê rêkeftina atomî bi praniya 139 dengan pesend kir.
Rêkeftina Îranê ye ligel grûpa 5+1 derbarê programa atomî de, roja 14 Tebaxa borî li Veinnayê hatiye îmzekirin.
Ji koma 253 parlementerên ku amadeyî civîna pesend kirinê bibûn, 139 parlementeran di berjewendiyan rêkeftinê de deng dabûn, 100 parlementer li dijî derketibûn û 12ê din jî deng nedabûn.
Serokê Parlementoya Îranê, Elî Larîcanê jî got ku, dê roja Sêşema bê, parlementer hûrgiliyên rêkeftina atomî ya ligel welatên rojava bixwînin.