Jotiar Murad
Reporter
PDK: Cihê Goranê di hikûmetê de nemaye
Goran dibêje ku PDK ji wan xwestiye ji Hewlêrê derkevin
K24- Hewlêr
Berpirsekî PDKê radigehîne ku, êdî “cihê” Tevgera Goranê di nava kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de “nîne.”
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hêmin Hewramî li ser rûpela xwe ya Twitter ê belav kiriye ku, Tevgera Goranê pêbendî rêkeftina avakirina hikûmetê nebûye.
Tevgera Goranê jî di daxuyaniyekê de diyar kiriye ku, PDK daxwaz ji wezîr û parlemneterên wê kiriye ku “êdî neyên ser karê xwe û Hewlêrê bicih bihêlin.”
Hewramî nivîsiye jî ku, Goranê “li dijî” Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar kiriye û “êdî cihê wezîrên wan di nav hikûmetê de nîne.”
Ev yek di demekê de ye ku, di van rojên dawiyê de li sînorê parêzgeha Silêmaniyê û Germiyan xwepêşandan dest pêkirine û tundî û alozî di nav xwepêşanderan de derketiye.
Xwepêşanderên sînorê Silêmanî û Germiyanê de, êrîşê li ser baregehên PDK hatiye kirine, di encam de ziyan gehiştine 9 baregehan û 5 baregehên din jî hatine şewitandin.
Ji encama karên tundiyê jî 5 kesan canê xwe ji dest daye û bi dehan birîndar hene.
Serkirdayetiya PDK diyar dike ku, Tevgera Goranê xwepêşanderan li dijî baregehên wê gerim dike, tevgera navborî jî red dike.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji 19 wezîran pêk tê, her yek ji PDK, YNK û Gorran 5 wezîrên wan hene.
Ji bilî bidestxistina 5 wezîran di kabîneya 8em de, posta Serokê Parlementoya Kurdistanê jî di dest Tevgera Goranê de ye.
Parlementoya Kurdistanê jî ku ji 111 kursiyan pêk tê, PDK bi 38, Tevgera Goran 24, YNK 19, Yekgirtû 10, Komel 6 endaman beşdar in, kursiyên mayîn jî yên kota pêkhateyan in.