Jotiar Murad
Reporter
YNK û Goran krîza siyasî gotûbêj dikin
Nêrînên xwe derbarê krîzê de veguhertin
K24- Navenda Nûçeyan
Tevgera Goranê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) derbarê krîza siyasî li Herêma Kurdistanê civiyan.
Li gor malpera fermî ya YNK (PUKmedya) îro, 13ê Cotmehê, şandeyek ji tevgera Goranê serdana baregeha siyasî ya wan li Silêmaniyê kirin.
Di civînê de her du aliyan behsa “derkirina” wezîrên Goranê ji kabîneya 8em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.
Herwiha biryar e îro li mala Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Kosret Resûl Elî li Hewlêrê divînek be beşdariya Emîrê Komela Islamî ya Kurdistanê, Elî Bapîr û Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê, Mihemed Ferec birêve biçe.
Ew civîn di demekê de tên ku, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), karê wezîrên Tevgera Goranê di hikûmetê de ragirtin, herwiha potsa Serokê Parlementoya Kurdistanê jî ji dest parlementerê Goranê, Yûsif Mihemed, derxistiye.
Li gor zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, PDK hewl dide ku wezîrên her yek ji YNK û Yekgirtûya Islamî li şûna wezîrên Goranê dîne.