Jotiar Murad
Reporter
Amerîka derbarê alîkariya YPG de daxuyaniyên cuda dide
Firokeyeke Amerîkî şeva 11-12ê mehê 50 ton çek û teqemenî ji şervanên opozîsyona Sûriyê re avêtibûn xwarê
K24- Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê alîkariya YPG de daxuyaniyên cuda dide, fermandarekî wê hêzê jî tekez dike ku “çekên ku Amerîkayê avêtine gehiştine dest wan.”
Firokeyeke Amerîkî şeva 11-12ê mehê 50 ton çek û teqemenî ji şervanên opozîsyona Sûriyê re avêtibûn xwarê, heta niha jî aliyê ku ew alîkarî ketine dest de bi zelalî ne diyar e.
Polat Can ku xwe wek “Nûnerê YPG li cem hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê” daye naksirin, ji K24ê re tekez kir ku, ew barê çek û teqemeniyan ku ji 112 paketan pêk dihat, ketiye destê wan.
Lê piştî ku Berdevkê Pentagonê, Peter Cook, ji rojnamevanan re eşkere kir ku, beşek ji an çekan ketiye detsê hêzên Kurdî de, Pentagon daxuyaniyek berovajî da.
Pentagonê di daxuyaniya xwe de duh, 16ê Cotmehê, tekez kir ku ew çekên ku wan li Sûriyê avêtine xwarê “ketine dest grûpên Ereb.”
Ew grûpa Ereb jî, Hevpeymaniya Erebî ya Sûrî ye ku ji: Artêşa Şoreşgeran, Odeya Operasyonên Volkana Firatê, Hêzên Senadîd û Hevgirtina Lîwayên Cizîrê, pêk tê.
Li gor pispor û şîrovekarên leşkerî û siyasî, cudahiya nêrînên Amerîkayê derbarê alîkariya YPG de, ji ber nerazîbûna Tirkiyê ji wê pêngavê ye, ku serokwezîrê wê Ahmed Davutoglu ragehandibû ku “dibe YPG wan çekdan radestî PKK bike, da ku pê şerê Tirkiyê bikin.”
Hevpeymaniya Erebî ya Sûrî jî yek ji pêkhateyên sereke ye di Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, ku di 11ê vê mehê de hatiye avakirin.
Her yek ji YPG, YPJ û Encûmena Leşkerî ya Siryanî endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk in.
Ew hêza nû yak ji hevpeymaniya navdewletî ya bi serpereştiya Amerîkayê piştgiriyê didêyê, wê hêza bejayî ya azadkirina parêzgeha Reqayê ji rêxistina DAIŞê be.