Larîcanî: Divê aramiya Herêma Kurdistanê were parastin

aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê nakokiyên xwe bi rêya danûstandinê çareser bikin

   Larîcanî: Divê aramiya Herêma Kurdistanê were parastin
Larîcanî: Divê aramiya Herêma Kurdistanê were parastin

K24- Navena Nûçeyan

Serokê Parlementoya Îranê dibêj ku, divê aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê nakokiyên xwe bi rêya danûstandinê çareser bikin û aramiya navçeyê biparêzin.

Ew daxuyaniya Elî Larîcanî di dema pêşwazîkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî de hat, ku îro, 18ê Cotmehê, li Tehranê birêve çûbû.

Larîcanî di hevdîtinê de gotiye ku, nabe ku rê bi têkçûna rewşa aram a Herêma Kurdistanê bê dayîn. Daxwaz ji aliyên siyasî jî dike ku nakokiyên xwe bi rêya diyalog û danûstanê çareser bikin.

Navborî tekez kir jî ku, dê Îran li ser alîkarî û piştgiriya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, pêngavên Herêma Kurdistanê û vê dawiyê dane bo baştirkirina rewşa Herêma Kurdistanê bû.

Nêçîrvan Barzanî roja Înê gehiştibû Tehranê û li ser vexwendindeke fermî beşdarî civîna grûpa kar a Kongreya Munich a Asayişê li Tehranê kiribû.

Herwiha hevdîtinek ligel wezîrên derve yên Îran û Almanyayê pêkanîbû.