Jotiar Murad
Reporter
Amerîka: Bexda wê alîkariyê ji Rûsyayê nexwaze
Iraqê “soz dane
K24- Navenda Nûçeyan
Generalekî Amerîkî ragehand ku, rayedarên Iraqê “soz dane” ku ew dê alîkariya esmanî ji Rûsyayê nexwazin.
Serokerkanê hêzên hevbeş ên Amerîkayê, Joseph Dunford, di hevdîtinekê de ligel rojnamevanan piştî civîna ligel Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, û Wezîrê Bergiriyê Xalid Obêdî, behsa çend xalên ku hatine gotûbêkirin kir.
Joseph Dunford diyar kir ku, Ebadî û Obêdî soza dane ku ew dê ji Rûsyayê nexwazin ku êrîşên esmanî li dijî rêxistina DAIŞê li ser axa Iraqê bikin.
Dunford derbarê egera wê yekê de jî hişiyarî dabû Ebadî ku “wê demê dê Amerîka nikaribe wek caran alîkariya Iraqê bike.”
Navborî di yekemîn serdana xwe ya bo Iraqê de, firokeya wî destpêkê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê daketibû.
Herwiha ew serdan di demekê de tê ku, niha Iraq bo serpereştiya navenda hevahengiyê ya ligel Rûsya, Îran, Sûriyê û Hizbullah a Libnanê (ku navenda wê li Bexdayê ye) dike.
Lê Wezîrê Bergirî yê Iraqê tekez kir ku, wan li gor zanyariyên wê navendê êrîşên esmanî nekirine û “navend hê neketiye kar.”