Jotiar Murad
Reporter
Esed li Moskoyê ligel Putin dicive
Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed, li Moskoyê bû û ligel Valdimir Putin civiya ye.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed, li Moskoyê bû û ligel Valdimir Putin civiya ye.
Ev yekemîn car e ku Esed serdanekê bo derveyî welat encam dide ji dema destpêkirina krîza Sûriyê di Adara 2011an de, ku ji encamê bêhtir ji 250 hezar kesî hatiye kuştin.
Li gor ajansên Rûsî, serdan duh, 20ê Cotmehê, hatiye encamdan, ku tê de Esed û hevşanê xwe yê Rûsî, Valdimir Putin çend babet gotûbêj kirine.
Derbarê naveroka civînê de, Berdevkê Serokatiya Rûsyayê, Dmitry Peskov, got ku, Esed û Putin “Pirsên girêdayî şerê li dijî grûpên terorîstî, karên girêdayî operasyonên Rûsyayê û piştgiriya êrîşên hêzên çekdar ên Sûriyê” gotûbêj kirine.
Rûsya wek piştgira herî bihêz a Esed tê naskirin, di her 5 salên krîzê de berdewam Vito li dijî derketina her biryareke navdewletî derheqê navborî de bikar dianî.
Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê kiriye, Amerîka û welatên alîgirên opozîsyona Sûriyê jî dibêjin ku, mebest ji wê destêwerdana Moskoyê “parastina Esed e.”
Esed li Moskoyê ragehandiye ku, eger ne ji “biryarên Rûsyayê” ba, dê “terror li rûbereke berferhtir belav bûba.”
Ji aliyê xwe ve Valdimir Putin tekez kiriye ku, ew amade ne piştgiriyê bidin çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re û rijdbûna xwe li ser wê yekê anî ziman ku “divê yekalîker ya gelê Sûriyê bi tenê be.”
Serokatiya Sûriyê jî ragehand ku, Esed îro Çarşemê vegeriyaye Şamê.