Jotiar Murad
Reporter
Siûdiyê biryara darvekirina oldarekî Şî’e pesend dike
Îran jî gefan dixwe.
K24- Navenda Nûçeyan
Dadgeha Bilind a Erebistana Siûdiyê biryara darvekirina oldarekî Şî’e pesend dike, Îran jî gefan dixwe.
Oldarê Şî’e, Nimir Baqir el-Nimir di gulana 2012an de hatibû girtin, piştî serpereştîkirina xwepêşandanên li dijî şahê Erebistana Siûdiyê.
Birayê el-Nimir, Mihemd ji AF duh, 25ê Cotmehê, ji AFP re got: “Piştî pesednkirina cezaya darvekirinê derheqê Şêx el-Nimir de (…) niha jiyana wî di dest şah Selman de, dikare cîbicî bike û dikare ragire.”
El-Nimri xwepêşadan li navçeya rojhilata Siûdiyê birêve biribûn, daxwaz dikir ku ew ji wî welatî cuda bibin û êdî wek beşek ji Behrênê were zanîn.
Piştî pesendkirina biryara darvekirina wî oldarê Şî’e, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullehiyan gefên tund li Erebistana Siûdiyê xwar.
Ebdullehiyan got jî ku dê darvekirina el-Nimir “bacek giring li ser Siûdiyê dane.”