Wezîra Bergirî ya Elmanyayê serdana Hewêlrê dike

dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive

 Wezîra Bergirî ya Elmanyayê serdana Hewêlrê dike
Wezîra Bergirî ya Elmanyayê serdana Hewêlrê dike

 

K24- Hewlêr

Wezîra Bergirî ya Elmanyayê serdana Hewlêrê dike û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive.

Çavkaniyeke taybet ji K24 rer ragehand ku, dê îşev, 26ê Cotmehê, Wezîra Bergirî ya Elmanyayê, Ursula von der Leyen bi serdaneke fermî bigehe Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê.

Wezîra Elmanî duh bi serdanekê gehiştibû Bexdayê û ligel hevşanê xwe yê Iraqî, Xalid Obêdî civiya.

Di serdana xwe ya bo Hewlêrê de jî, dê Ursula von der Leyen ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bicive.

Elmanya yek ji welatên ku herî zêde alîkariya Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kiriye, herwiha Hêzên Pêşmerge li ser axa xwe perwerde kiriye.