Jotiar Murad
Reporter
“Vienna-2” ji bo Sûriyê lidar dikeve
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, dibe di dawiya vê heftiyê de gereke din a danûstandinên 4 alî bo krîza Sûriyê lidar keve.
K24- Navena Nûçeyan
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, dibe di dawiya vê heftiyê de gereke din a danûstandinên 4 alî bo krîza Sûriyê lidar keve.
Roja Îna borî, wezîrê derve yên Amerîka, Rûsya, Erebistana Siûdiyê û Tirkiyê li Viennayê bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re lihev civiya bûn.
Moskoyê di wê civînê de planeke çareserî pêşkeş kiribû û daxwaz kir ku Îran û Misr jî di wan hevdîtinan de beşdar bin.
Di vê derbarê de, Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê, john Kerby ji rojanemavana re ragehand ku, dibe gereke duyem ji wan danûstandinan di dawiya heftiyê de birêve herin.
Li ser daxwaza Rûsyayê jî, Kerby diyar kir ku, dawiyê wê Îran tevlî hevdîtinan bibe “ji ber ku ew aliyekî xwedî berjewendî ne di proseyê de û têkliyên wan bi rejîma Esed û di nava Sûriyê de hene.”
Li gor plana ku Rûsyayê di hevdîtina Vienna-1 de pêşkeş kiriye, divê serokê rejîma Sûriyê hemû desthilatên xwe radestî hikûmeta veguhêz bike.
Herwiha guvaşa li ser hemû navçeyên Sûriyê (ji aliyê rejîm û opozîsyonê ve) were rakirin û mîlîşiyayên ser bi rejîmê ve tevlî artêşa fermî bibin û piştire ew û Artêşa Azad a Sûriyê hevbigrin.
Rûsyayê di plana xwe de jî amaje bi encamdana hilbijartinên parlementoyê û serokatiyê kiriye, tevî avakirina hikûmeteke veguhêz.