Jotiar Murad
Reporter
Erdogan: Em dê li Kurdên Sûriyê bidin
Erdogan bi zimanekî tûj rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje ku, eger bê xwestin ew dê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bixin, ji bo ku “xweseriyê” li Girê Spî ranegehînin.
Beriya çend rojan Serokwezîrê Tirkiyê, Ehmed Davutoglu diyar kiribû ku, artêşa wan du êrîş li dijî pêgehên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk anîne.
Di vê derbarê Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyib Erdogan duh 29 Cotmehê, ew êrîş “hişdarî” binav kir û wiha berdewam pê de çû: “Tirkiyê destûrê ji kesî naxwaze, em dê her titşê pêwîst bikin.”
Piştî bihêzbûna YPG û YPJ û serkeftina wan di Konban û Girê Spî de, herwiha kontrolkirina praniya axa Rojavayê Kurdistanê, Enqerê berdewam gefan lê dixwe û wê wek “metirsiyekê” li ser asayişa xwe ya neteweyî binav dike.
YPG di Hizîrana borî de karî Girê Spî ji dest çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) derbixin, destpêka vê mehê jî “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk” li wê navçeyê hat ragehandin.
Erdogan bi zimanekî tûj rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) girtin û got: “PYD nijadperestiyê derheqê Ereb û Tirkmenan de bikar tîne… Eger Kurd vekişin û kantonê (li Girê Spî) pêk neyênin dê ti pirsgirêk nebe. Lê eger hizra bi wî awayî berdewam be, dê tiştê pêwîst bê kirin.”
Herwiha rijdbûna Tirkiyê li ser wê yekê tekez kir ku ew “dê êrîşê her gef û metirsiyekê bi dirêjahiya sînorê Sûrî” bikin.
Tirkiyê dibêje ku PYD û YPG baskên Partiya Karkerên Kurdistanê ne, lê rayedarên her du aliyên nabvorî vê yekê red dikin.