Jotiar Murad
Reporter
Krîza Sûriyê ji çareseriyê nêzîk dibe
Aliyên beşdar li ser çend xalan lihev kirin, lê hê çarenivîsa Esed cihê nakokiyê ye
K24- Navenda Nûçeyan
Di civîna Veinna-2 ya derbarê dîtina çareseriyekê de ji krîza Sûriyê re, aliyên beşdar li ser çend xalan lihev kirin, lê hê çarenivîsa Esed cihê nakokiyê ye.
Civîna Vienna-2 bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û 17 welatan duh, 30ê Cotmehê, hatibû lidar xistin.
Civîn li ser astê wezîrên derve birêve çûbû, beşdarbûya jî li ser 10 xalan lihev kirin, ku naveroka wan ev e:
*Yekîtiya Sûriyê, serweriya wê, parastina ax û nasnameya wê ya liberal bingehên sereke ne.
*Dezgehên dewletê dê berdewam bin.
*Divê mafê hemû Sûriyan bêne parastin, bê girîngîdan bi etnîk û olê.
*Pêwîstiya zêdekirina hemû hewldanên dîplomasî bo bidawîanîna şer.
*Garantîkirina gehiştina rêxistinên mirovî bo tevaya navçeyên Sûriyê, aliyên beşdar jî wê alîkariya xwe bo derbiderên navxwe û welatên ku pêşwaziya penaberan dikin, bikin.
*Rêkeftin li ser pêwîstiya şikandina DAIŞ û grûpên din ên ku Encûmena Asayişa Navdewletî ew wek terrorist binav kirine.
*Li ser bingeha daxuyaniya Cenêv (1) ya 2012an û biryara Encûmena Asayişê ya Navdewletî ye hijmare 2118, aliyên beşdar daxwaz ji NY kirin ku, nûnerên hikûmet û opozîsyona Sûriyê lihev bicivîne, bo avakirina hikûmeteke giştgir, ne taifî û cihê baweriyê, bi mercekî ku piştre destûrek nû were danîn û hilbijartin birêve biçin. Divê ew hilbijartin di bin çavdêriya NY û bi rezamendiya hikûmtê (Sûriy) de birêve biçin, divê li gor pîvanên navdewletî yên zelalî û berpirsiyariyê be û bi awayekî pak û azad be ku hemû Sûrî û di nav wan de yên li derve mafê wan ê dengdanê hebe.
*Sûriyê xwedan û serpereşta vê proseya siyasî ye û gelê Sûriyê pêşeroja Sûriyê diyar dike.
*Aliyên beşdar û ligel wan NY dê tedbîrên agirbestê li hemû aliyên welat lêkolîn bikin, dê di demek diyar de û hevdemî vê proseya siyasî ya nû birêve biçe.
Civîna Vienna-1 roja 23ê Cotmehê birêve çûbû, wê demê tenê Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê beşdar bûn.
Lê di civîna duh de, her yek ji bilî her çar welatên navborî, her yek ji: Çîn, Misir, YE, Fransa, Almanya, Îran, Iraq, Îtalya, Urdin, Libnan, Emman, Qeter, Îmarata Erebî, Brîtanya û NY beşdar bûn.
Xala sereke ya nakokiyê di navbera aliyên beşdar de, çarenivîsa serokê rejîma Sûriyê, Beşar Esed e, lê heta niha ti rêkeftinek di wê derbarê de nehatiye kirine.
Herwiha dê aliyên beşdar di rojên bê de kar ji bo nehiştina nakokiyên ku hene bikin, di civînekê de ku di çarçoveya du heftiyan de birêve diçe.
Ji encama krîz Sûriyê, ku di sala xwe ya 5an de ye, heta niha herî kêm 250 hezar kesî canê xwe ji dest daye, 6 milyon penaber û 9 milyon derbider bûne.