Hêzên Sûriyeya Demokratîk 11 gundên Hesekê rizgar dike

Berdevkê wê hêzê, Lewend Rojava, behsa hûrgiliyên operasyonê ji K24 re dike

Hêzên Sûriyeya Demokratîk 11 gundên Hesekê rizgar dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk 11 gundên Hesekê rizgar dike

K24- Hewlêr

Hêzên Sûryeya Demokratîk 11 gundan li derdora bajarê Hesekê û Til Hemîsê rizgar dikin, berdevkê wê hêzê jî diyar dike ku “ti hemahengiya“ wan ligel firokeyên Rûsî nîne.

Berdevkê Hêzên Sûreyaya Demokratîk, Lewend Rojava îro, 2ê Mijdarê, taybet ji K24 re got: “Operasyona me bi piştgiriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî berdewam e.”

Ev bû 2 roj ku Hêzên Sûreyeya Demokratîk dest bi operaysonekê li derdora Hesekê kirine, Lewend Rojava diyar kir jî ku, operasyon li du eniyan birêve diçe “eniya rojhilat-başûrê Til Hemîsê ku heta niha 3 gund hatine rizgarkiirn û eniya başûr-rojhilatê Hesekê ku 8 gund” ji dest çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Di 12 vê mehê de Hêza Sûriya Demokratîk di konferenseke rojnamevanî de bi awayekî fermî damezrandina xwe ragehandibû, ku ji YPG, YPJ, Encûmena Leşkerî ya Siryanî, Volkana Firat, Hêza Senadîd û Şoreşgerên Reqayê pêk tê.

Li gor wî berdevkî, ti hemahengî di navbera wan û firokeyên Rûsî yên li Sûriyê de nîne lê amaje bi piştgiriya firokeyên hevpeymaniya navdewletî kir û got: “Firokeyên hevpeymanan duh otombîleke bombekirî li gundê Behre li Holê jinav birin.”

Lewend Rojava eşkere kir jî ku, ew niha ber bi Hol û Şedadî (du bingehên serekî yên DAIŞ li Hesekê) ve diçin “dê heta rizgarkirina tevaya bejaya Hesekê” berdewam bin.

Amerîkayê roja 11-12 vê mehê, bi rêya firokeyên taybet barek ji 50 ton ji çek û teqmenî ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şandibû.