Fermandariya Hêzên Pêşmerge mizgîniyê dide gelê Kurdistanê

Di roja yekem a operasyonê de 150 KM çarkoşe hatiye azadkirin û pêşdeçûn berdewam e

Fermandariya Hêzên Pêşmerge mizgîniyê dide gelê Kurdistanê
Fermandariya Hêzên Pêşmerge mizgîniyê dide gelê Kurdistanê

K24- Hewlêr

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge radigehîne ku, wan ji sedî 75ê plana azadkirina Şingalê “bi serkeftî” cibicî kiriye û DAIŞê termê 100 çekdaran li pey xwe hiştiye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge ”di daxuyaniyekê de, ku kopiyek jê bo K24 hatiye şandin, diyar dike ku “di yekem roja operasyon azadkirina devera Şingalê de, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê karîne bi awayekî serkeftî ji sedî 75ê plana azadkirina cîbicî bikin.”

Operasyon serê sibeha îro, 12ê Mijdarê bi beşdariya 7 hezar Pêşmerge û serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Mesûd Barzanî hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye jî ku, Pêşmerge karîne 150 KM çarkoşe ji axa Başûrê Kurdistanê azad bikin, rêxistina DAIŞê jî şikestineke mezin xwariye û termê 100 çekdaran li pey xwe hiştiye.

Fermandariya Pêşmerge diyar dike jî ku, ew niha li hêviya tîmên endazyariyê ne ji bo ku nava qeza Şingalê ji mayîn û bombeyên ku DAIŞê li pey xwe hiştine, paqij bikin.

Di dawiyê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmerge vê serkeftinê li gelê Kurdistanê, malbata şehîdên Pêşmerge yên serbilind û Kurdên Êzdî pîroz dike.