Qasim Silêmanî li Sûriyê “birîndar” bû

Silêmanî serpereştiya şerê rejîma Sûriyê li dijî opozîsyonê li Helebê dikir.

Qasim Silêmanî li Sûriyê “birîndar” bû
Qasim Silêmanî li Sûriyê “birîndar” bû

K24- Navenda Nûçeyan

Çavkaniyên opozîsyona Sûriyê diyar dikin ku, fermandarê Pasdarên Îranê, Qasim Silêmanî li Helebê birîndar bûye.

Ajansa France Press (AFP) îro, 25ê Mijdarê, belav kir ku, Fermandarê Beşa Operasyonên Derve di Hêza Pasdarên Îranê de, Qasim Silêmanî di şer û pevçûnên li Helebê de birîndar bûye.

Ev bû demek ku hêzên rejîma Sûriyê bi alîkariya hin çekdarên Îranî û çekdarên Hizbullah a Libnanê, dixwazin navçeyên parêzgehan Helebê ji dest çekdarên opozîsyona Sûriyê derbixin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovanî jî nûçeya birîndarbûna Silêmanî piştrast kir û rêveberê rewangehê Ramî Ebdulrehman ji AFP re got: “Silêmanî li gundê Al el-Ês birîndar e û birînên wî sivik in.”

Berdevkê Pasdarên Îranê, Remezan Şerîf jî ji malperên Îranî re ragehandiye ku “Qasim Silêmanî alîkariya berxwedana Îslamî li Iraq û Sûriyê dike û rewşa wî tenduristî gelek baş e.”

Heta niha berpirsên Îranî tekez dikin ku wan ti hêz neşandiye Sûriyê û tenê şêwirmendên wan ên leşkerî li wî welatî alîkariya rejîmê dikin.

Lê Îstixbaratên Îsraîlê diyar dike ku heta niha 55 efser û leşkerên Îranî di şerê li Sûriyê de hatine kuştin.

Herwiha li gor raporeke îstixbaratên Îsraîlê, niha hezar û 300 kes ji Pasdarên Îranê ligel rejîma Sûriyê şerê opozîsyonê dikin.