Barzanî spasiya Pêşmergeyên Rojava dike

Şandeye KOmîteya Pêwendiyên Derve ya ENSK ligel Barzanî civiya.

Barzanî spasiya Pêşmergeyên Rojava dike
Barzanî spasiya Pêşmergeyên Rojava dike

K24- Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, amaje bi qehremaniya Pêşmergeyên Rojava di operasyona azadkirina Şingalê de dike û spasiya wan dike.

Barzanî di dema pêşwazîkirinê li şandeyeke komîteya pêwendiyên derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro, 25ê Mijdarê, li Hewlêrê, ragehand ku, ew dê berdewam be li ser piştgiriya Rojavayê Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Şandeya ENSK di hevdîtinê de pîrozbahiya serkeftina Pêşmerge di azadkirina Şingalê de li Serokê Herêma Kurdistanê kir û spasiya hewldanên Barzanî û piştgiriya wî bo Rojavayê Kurdistanê kir.

Di beramber de Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî amaje bi operasyona azadkirina Şingalê kir û spasiya rol û qehremaniya Pêşmergeyên Rojava di şerê li dijî DAIŞê de kir.

Barzanî diyar kir jî ku tiştê ji dest hatiye bo Rojavayê Kurdistanê kiriye, dê li ser wê piştgiriyê jî berdewam be.

Pêşmergeyên Rojava yan Pêşmergeyên Roja ji xort û keçên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji aliyê Wezareta Pêşmerg ve hatine perwerdekirin û hejmara wan di navbera 5-6 hezaran de ye, heta niha jî li Başûrê Kurdistanê şerê li dijî DAIŞê dikin û qet derbasî Rojavayê Kurdistanê nebûn e.