Jotiar Murad
Reporter
Têkiliyên aborî yên Tirkiyê û Rûsyayê aloz dibin
Qasê veguhertina aborî di navbera Enqere û Moskoyê de 44 milyar dolar in
K24- Navenda Nûçeya
Piştî bûyera xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, têkiliyên her du welatan ên aborî ketin metirsiyê û berpirsên Moskoyê gefên tûj dixwin.
Duh, 24ê Mijdarê, firokeyek Tirkî êrîş kiribû li ser firokeyek Rûsî û ew xistibû xwarê. Enqere dibêje ku firokeya Rûsî esmana wê derbas kiribû, lê Mosko red dike.
Wezareta Derve ya Rûsyayê daxwaza ji welatiyên xwe kir ku êdî hew serdana Tirkiyê bikin, herwiha dest kiriye bi veguhestina welatiyên Rûsî yên ku niha li bajarên Tirkiyê ne.
Li gor amarên Rûsî, salane 4.38 milyon welatiyên Rûsiyê bi mebesta geştiyariyê serdana Tirkiyê dikirin.
Niha jî kompaniyayên mezin ên geştiyariyê li Rûsyayê geştên xwe bo Tirkiyê rawestandine, lewma dibe ku ev pêngav derbeyekê li kerta geştiyariyê li Tirkiyê bide.
Têkiliyên bazirganî yên di navbera Tirkiyê û Moskoyê de gehiştibûn 44 milyar dolar an, lê niha metirsiyeke mezin heye ku alozî têkeve wan têkiliyan û ew jî wek têkiliyên siyasî û dîplomasî yên her du welatan têk biçin.
Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitry Medvedev îro Çarşemê got ku, dibe ku bûyera xistina firokeya Rûsî bibe sedem ku hin projeyên hevbeş ên girîng di navbera her du welatan de rawestin, bêyî ku wan projeyan binav bike.
Lê Berdevkê Kremlinê, Dmitry Peskov diyar kir ku dibe Rûsya proje avakirina wêstgeha atomî li Tirkiyê ragir e.
Herwiha yek ji rêkeftinên aborî yên herî girîng jî veguhestina gaza Rûsî bi rêya Tirkiyê bo Ewropayê bû, lê niha ew rêkeftin jî ketiye metirsiyê de.