Jotiar Murad
Reporter
Fransa: Piştgiriya Barzanî ji bo me pir girîng e
Wezîrê Derve yê Fransayê peyamek spasiyê arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê kir.
K24- Hewlêr
Wezîrê Derve yê Fransayê di peyamekê de bo Serokê Herêma Kurdistanê re nivîsiye “ew piştgiriya ku cenabê we divê dema dijwar de pêşan daye, ji bo me behayekî wê yê girîng heye.”
Piştî bûyerên Parîsê ku di encama çend êrîşan de 130 kesî canê xwe ji dest dabû û 250 kes jî birîndar bûn, Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî peyamek serasxî û piştgiriyê bo srokatî û gelê Fransayê şand.
Wezîrê Derve yê Fransayê, Laurent Fabios roja, 23yê Mijdarê, peyamek spasiyê bi nav xwe û gelê Fransayê bo Barzanî şand, li ser piştgiriya xwe ya bo wî welatî anîbû ziman. Lê peyam nû îro li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin.
Fabios nivîsiye jî ku “Ew piştîvaniya ku cenabê we divê dema dijwar de pêşan daye, ji bo me behayekî wê yê girêng heye.”
Wezîrê Fransî diyar dike jî, tevî ku welatê wî di şînê de ye, lê ew tu demekê rê nadnin ku ew bên têşikandin û ew li ser axa xwe û li her cihekî şerê teror û terorîstan dikin.
Herwiha Fabios tekez dike ku pêwîstiya jinavbirina terorê bi yeksxistina şiyan û karînan û karê heveş heye û wiha berdewam dike “Ez piştrast im ku em dikarin di van erk û armancan de pişt bi beşdariya” Herêma Kurdistanê girêdin.