Jotiar Murad
Reporter
Rûsya bo Tirkiyê: Gelo hûn dîn bûne?
Erdogan dibêje ku ew daxwaz lêborînê nakin, Rûsya jî bi zimanekî tûj rexneyan digre.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje ku ew daxwaza lêborînê ji Rûsyayê nakin, Mosko jî bersiv dide “gelo hûn dîn bûn e?”
Pêr, 24ê Mijdarê, firokeyek Tirkî êrîş kiribû li ser firokeyek Rûsî û ew xistibû xwarê. Enqere dibêje ku firokeya Rûsî esmana wê derbas kiribû, lê Mosko red dike.
Serokê Rûsyayê, Vladimir Putin îro gotibû ku, heta niha Tirkiyê daxwaza lêborînê li ser wê bûyerê nekiriye.
Serokomarê Tirkiyê, Recep Teyib Erdogan jî ragehand ku wî telefona Putin kiriye lê navborî bersiv nedaye û wiha berdewam kir “Em daxwaza lêborînê ji Moskoyê nakin.”
Erdogan tekez dike ku, firokeya Rûsî esmana Tirkiyê derbas kiribû, piştî agehdarkirin wan firoke anî xwar.
Serokomarê Tirkiyê got jî ku, Rûsya serweriya Tirkiyê binpê kiriye û divê ew daxwaza lêborînê bike.
Di beramber de, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê got ku, Tirkiyê dixwaze “kujeran” wek opozîsyona lîberal a Sûriyê bide naskirin.
Berpirsa Rûsî tûj axifî û ji Tirkiyê pirsî: “Gelo hûn dîn bûn e?”