DAIŞ çawa xwe ji operasyonên esmanî diparêz e

Zingilên agehdariyê li ser avahiyan danîn e û xendek kolan e, embaregehên xwe yên çekdan jî vala kirin e.

DAIŞ çawa xwe ji operasyonên esmanî diparêz e
DAIŞ çawa xwe ji operasyonên esmanî diparêz e

K24- Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê ya radîkal zingilên agehdariyê li Reqayê belav kirine, dema her firokeyek ji navçeyê nêzîk dibe, ew zingil bi xurtî lêdixin û çekdar xwe diveşêrin.

Reqa ji Çileya 2014an ve ketiye destê çekdarên DAIŞê û ew navçe wek pêgeha wê ya serekî li Sûriyê tê naskirin.

Niha firokeyên hevpeymaniya navdewletî û Rûsyayê pêgehên DAIŞê li Reqayê bombebaran dikin, piştî xistina firokeya Rûsî li Sînaya Misrê û êrîşên Parîsê, ew operasyon tundtir bûn e.

Teym Remedan, ku yek ji çalakvanên kampaniyeya “Reqa bêdeng tê kuştin” e, ji ajansa AFP re ragehandiye ku, DAIŞê zingilên agehdarkirinê li ser avahiyên bilind ên bajêr daniye, her ku firoke nêzîk dibin, ew zingil dengekî bilind derdixin.

Remedan diyar dike jî ku, dema zingilên agehdariyê lêdixin û çekdar pêgehên xwe vala dikin û xwe diveşêrin.

Li gor çalakvanên heman kampaniyayê, çekdarên DAIŞê gelek tedbîr li nava Reqayê standine ji bo ku xwe ji êrîşên firokeyan biparêzin.

Çalakvan aşkere dikin jî ku, DAIŞ li nava Reqayê xendek lêdane û hin ode jî di bin erdê de kolan e, her dema ku firoke nêzîk dibin, çekdar xwe di wan xendek û odeyan de diveşêrin.

Ebû Şam ku ew jî yek ji çalakvanên Reqayê ye dibêje ku, DAIŞê embarên xwe yên çekan vala kirine û hemû çek û teqemeniyên xwe di nav malên sivîlan de veşartin e.

Herwiha çalakvanê navborî aşkere kiriye ku, serkirde û çekdarên DAIŞê civînên we li nexweşxaneyan dikin, ji ber ku dizanin ku firokeyên hevpeymanan û Rûsyayê wan cihan armanc nakin.

Navborî diyar dike jî ku, DAIŞê ketîbeya Tebûk ku ya praniya çekdarên wê Qefqazî û Ozbekî ne û karê wê encamdana operasyonên taybet e, ji Reqayê veguhestine bajarê Qayim ê Iraqî.