Salih Turan
Reporter
Mesûd Yegen: Dê Tirkiye di krîza Rûsya de bi tenê bimîne
Tirkiyê roja Sêşema borî firokeyek Rûsî li ser sînorê xwe yê ligel Sûriyê xistibû xwar.
K24 – Stenbol
Piştî xistina firokeya şer a Rûsya ji aliyê Tirkiyê ve qeyrana siyasî û navnetewî bi daxuyaniyên herdu aliyan berdewam dike. Ev krîza ku ji ber şerê navxweyî yê 5 salan li Sûriyê, rû daye rewşeke nû derxiste holê ku wek şerê desthilatiya herêmê tê rave kirin.
Krîza navbera Tirkiye û Rûsya bi daxuyanî û nerazîbûnên cûda berdewam dike. Şarezayên peywendiyên navnetewî balê dikişînin ser wê yekê ku herdu alî jî dixwazin deshilatdariya xwe li ser proseya çareserkirina rewşa Sûriyê ferz bikin.
Şarezayê Peywendiyên Navnetewî û Dîplomasiya Krîzên Navdewletî Prof. Dr. Îlter Turan, krîza navbera Rûsiya û Tirkiyê wekî krîzek ku nedihat pêşbînîkirin dide zanîn. Turan ji K24 re dibêje,’Armanca Rûsya ne şerê Tirkiyê ye. Rûsya tenê dixwaze Tirkiyê neheq derxe û raya giştî ya navxweyî jî pê razî bike.’
Turan diyar dike ku “Tirkiye ji bo beralîkirina krîzê du tiştan dike. Pêşî dixwaze piştrast bike ku ev karê kiriye li gor yasaya navdewletî ye. Ya diduyan jî naxwaze bûyer mezin bibe û bi awayekî nerênî bandorê li ser hemû têkiliyên herdu welatan bike. Lê Rûsya gelekî bi hêrs tevdigere. Bi nêrîna min piştî demekê wê herdu alî jî krîzê nerm bikin û li ser xwe bifikirin. Lewra ti sûdeyeke vê krîzê li Rûsiya û Tirkiyê nîne.”
Civaknas û Şîrovekarê Siyasî Prof. Dr. Mesûd Yegen, ji bo başkirina têkiliyên herdu welatan hewildanên meha Kanûna 2016’an li ser lihevkirina çareserkirina rewşa Sûriyê destnîşan dike.
Prof. Yegen diyar dike, grubên ku Tirkiye piştgiriya wan dike lawaz in, lewma jî di şerê deshilatiya Sûriyê de wê gotina Rûsiya bibe û wiha berdewam kir “Amerîka û Ewropa bi qasî ku Tirkiye hêvî dike vê krîzê ji xwe re nakin derd. Ji ber vê jî difikirim ku wê piştî demekê Tirkiye di rêvebirina vê krîzê de bi tenê bimîne. Her wiha Rûsiya jî wê nerazîbûn û zextên xwe yên li ser Tirkiyê bi demê re kêm bike.”
Prof. Mesûd Yegen, li ser rola Rojavayê Kurdistanê di vê krîzê de jî bi bîr dixe ku ew hêvî nake Rûsiya jî wekî Amerîka eşkere piştevaniya PYD-YPG’ê bike. Ger Rûsiya piştgiriya YPG’ê bike ev ê li gor dilê Tirkiyê be ku Tirkiye jî dixwaze di nezera hevalbendên rojavayî de YPG’ê wek hêzeke nerewa nîşan bide.