
Jotiar Murad
Reporter
Termê pîlotê Rûsî gehişt Enqerê
Davutoglu diyar dike ku, piştî standina tedbîrên pêwîst dê re term bo Rûyayê bê şandin.

K24- Navenda Nûçeyan
Termê pîlotê Rûsî yê ku li Sûriyê hatibû kuştin gehişt Enqerê, Davutoglu jî dibêje ku ew dê wî termî bişînin Rûsyê.
Roja 24ê Mijdarê, Tirkiyê firokeyek Rûsî li serînorê xwe yê lige Sûriyê xistibû xwar, yek ji polîtên firokeyê hatibû rizgarkirin û yê din jî ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûriyê ve hatibû kuştin.
Serokwezîrê Tirkiyê, Ahmet Davutoglu îro, 29ê Mijdarê, ragehand ku termê pîlotê Rûsî yê bi navê Oleg Bischof gehiştiye dest wan û niha li Enqerê ye.
Davutoglu diyar nekir bê ew terim çawa yan ji aliyê çi grûpê ve gehiştiye dest wan, lê tekez kir ku piştî stadina çend tedbîran dê termê Oleg Bischof bo welatê wî bê şandin.
Tirkiyê diyar dike ku firokeya Rûsî esamana wê derbas kiribû, lewma ew xistin xwar, lê Mokso vê yek red dike.
Niha krîzek siyasî û aborî ji encama xistina firokeyê, di navbera Enqere û Moskoyê de derketiye.