Hiqûqnas ji bo Elçî civiyan û dozgerî protesto kirin

Li Stenbolê zêdeyî sed parêzer û endamên dezgehên mafê mirov, li ber avahiya Dadweriya Bakirkoy a Stenbolê, kuştina Tahir Elçî protesto kirin.

Hiqûqnas ji bo Elçî civiyan û dozgerî protesto kirin
Hiqûqnas ji bo Elçî civiyan û dozgerî protesto kirin

K24 – Stenbol

Li Stenbolê zêdeyî sed parêzer û endamên dezgehên mafê mirov, li ber avahiya Dadweriya Bakirkoy a Stenbolê, kuştina Tahir Elçî protesto kirin. Parêzer pêşî ketin odeya Serdozgeriya Stenbolê ku bi tohmeta alîgiriya terorê doz li Tahir Elçî vekiribû.

Parêzer û hiqûqnasên li Stenbolê li ber avahiya Dadweriya Bakirkoy a Stenbolê ku doz li Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî vekiribû doh çalakiyek kirin. Zêdeyî sed parêzer, heval û dostên Tahir Elçî bi hinceta ku dozgeriya Stenbolê ew kiriye hedef li ber odeya dozgeriyê civîyan û dozger protesto kirin.

Parêzerê doza Tahir Elçî, Baran Dogan ji Kurdistan 24 re got:  “Dadgehê ji Tahir Elçî re got, dest ji fikrên xwe yên ku dibêjî ‘PKK ne rêxistina terorê ye’ berde. Elçî jî ji wan re got, hûn çi ji min dikin bikin, ez ji ya xwe nayêm xwar. Ev helwesta wî ya di çorveya azadiya ramanê de li zora wan çû û ew kuştin.”

Baran Dogan diyar kir ku ew kiryarên kuştina Elçî nas dikin, çeteyên nav dewletê ne û hevkarên wan jî dozgerên Dadweriya Bakirkoy in ku li ser gotinekê 14 rûpel dozname nivîsîn û ew kirin hedef: “Lêkolînên li cihê bûyerê têne kirin ne ji bo ronîkirina suîkastê ye, tenê ji bo girtina tetikkêşan e. Ya girîng ne girtina têtikkeşan e, helbet emê vê dozê bişopînin, lê ya girîng ew e ku gelo kî ew têtikkêş şandine wir.”

Parêzar piştî protestokirina dozgeriyê bi qasî demjimêrekê rûniştin û li ser kuştina Tahir Elçî axaftin kirin. Hiqûqnas Ercan Kanar bi bîr xist ku ew parêzvanê mafê mirovan û aştiyê bû lê dewletê hê dema komelkujiya Roboskiyê biryar ji bo wî dabû: “Ev sûîkasta ku li Tahîr Elçî hatiye kirin sûcê mirovahiyê ye. Daxuyaniyên ku dibêjin, ew di nav pevçûnê de bûye qûrban, nerast in. Ji kuştina Tahir Elçî hemû dezgehên dewletê berpirs in. Divê wezîrê navxweyî bilez îstifa bike. Walîyê Diyarbekirê, midurê emniyetê, wekîlê Serdozgeriya Bakirkoy ku bi awayekî kêfî doz lê vekiriye û dadwerê ku biryara qedexeya derketina wî ya derve daye, divê bilez ji kar werin avêtin.”

Hiqûqnas Eren Keskîn jî hevaltî û dostaniya xwe ya bi Tahîr Elçî re bibîr xist û îdia kir ku AK Partiyê bi dewleta kûr a salên 90’î û kontr gerîlayê re lihev kiriye û ev kuştin jî bi destê wan hatiye kirin: “Ji salên 90’î heta niha ti guherîn di dewletê de çênebûye. Yên ku vê hêviyê dikin şaş in. Ev dewlet li ser komkujiyên ku di salên 1915’an û vir ve hatine kirin xwe dide jiyandin. Lewma jî qatil ne AK Partî û hikûmet e, qatil dewlet bixwe ye. Tahîr Elçî çima ku ji zarokên welatê xwe xwe re negotiye terorîst in hatiye kuştin. Ez dubare dikim, eger em Tahîr Elçî bi tenê nahêlin, em ê bang bikin û bêjin, PKK ne rêxistineke terorê ye.”

Piştî ku Tahir Elçî roja Şemiyê (28.11.2015) li Diyarbekirê hate kuştin, berê hiqûqnasan û raya giştî ji nû ve çû ser dozgeriya Stenbolê ku doz li ser Elçî vekiribû, evna jî wekî amadekirina bingeha kuştina wî tê nîşandan.