Li Tirkiyê 2 hezar û 165 zarok di girtîgehan de ne
Rêxistinên Mafên Mirovan bal kişandin ser binpêkirina mafên welatiyan û bangî rayedaran kirin ku êdî dawî li zexta dewletê ya li ser welatiyan bînin.
K24 – Enqere
Siyasetmedar û Rêxistinên Mafên Mirovan bi helkefta Hefteya Mafên Mirovan, bal kişandin ser binpêkirina mafên welatiyan ên li Tirkiyê û bangî rayedaran kirin ku êdî dawî li zext û fişara dewletê ya li ser welatiyan bînin.
Welatiyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rewşeke gelekî dijwar de pêşwazî li Hefteya Mafên Mirovan kirin. Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, derketina derve qedexe ye, her roj welatiyên sivîl canê xwe ji dest didin, mafên jiyanê, mafên rewa yên mirovan tên bibpêkirin.
Herwiha rewşa girtîgehan jî gelekî nebaş e û herî zêde jî girtî ji mafên xwe yên rewa tên bêparkirin. Rêxistina Mafên Mirovan jî li Enqerê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û daxwaza azadkirina wan kir.
Di vê derbarê de Aktivîstê Mafên Mirovan Kazım Aslan got: “Di girtîgehan de, hejmara nexweşên girtî 750 kes e ku rewşa 300î ji wan di metirsiyê de ye. Di nava salekê de, 28 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, dewletê bi zanebûn rê li ber vê yekê vekiriye. 2165 zarok di girtîgehan de tên girtin ku ew der ne cihê wan e.”
Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê Mustafa Balbay jî bal kişand ser zextên ser rojnamegerên girtî yên di girtîgeha Silivriyê de û daxwaza azadkirina wan kir: “Ez bangî Erdogan dikim gelo dikare 4 rojan li wê derê bimîne. Erdogan vê dozê dimeşîne. Ango gilîdarê vê dozê ye. Dozgerê dozên berê bû, niha jî bûye xwediyê dozan. Ez bangî hemû rêxistinên mafên mirovan dikim hay ji vê yekê hebin û çi pêwîst be bila bikin.”
Di binpêkirina mafên mirovan de tu dewlet nikare bi Tirkiyê re qayişê bikişîne. Li gor daneyên 52 salên dawî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye dewleta herî zêde ku Peymana Mafên Mirovan binpê kiriye. Herwiha Tirkiye di hejmara girtiyên siyasî de jî yekem dewlet e li cîhanê.