“Encamname ji bo pêkanîna aştiyê fersenda dawî ye”

Li parlamentoya Tirkiyê rojeva sereke biryara xweseriyê bû, li ser encamnameya Kongreya Civaka Demokratîk hat sekinandin û parlamenterên HDPê amaje bi vê yekê kirin ku encamname ji bo pêkanîna aştiyê fersenda dawî ye"

K24 – Enqere

Li parlamentoya Tirkiyê rojeva sereke biryara xweseriyê bû, li ser encamnameya Kongreya Civaka Demokratîk hat sekinandin û parlamenterên HDPê amaje bi vê yekê kirin ku encamname ji bo pêkanîna aştiyê fersenda dawî ye"

Li parlamentoyê di komcivînan de giraniya axaftinên serkirdeyên HDP û CHPê li ser danzana kongreya civaka demokratik bûn.

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag got "hişmendiya lêpirsînan dide destpêkirin di bin kontrola Qesra Spî û hikûmetê de ye." Yuksekdag li ser betalkirina civîna ligel HDPê jî rexne li serokwezîr Ahmet davutoglu girt û got ev yek "mînaka bê cidiyetiyek siyasî ye"

Hevseroka HDPê di derbarê danezana KCDê de jî diyar kir ku danezan, wek mafekê dikare bê nîqaşkirin

Yuksekdag got ku: "danezana KCDê naguhere, me ew wek teksteke static ne avête holê, ji bo hemû alikarî û nîqaşan vekirî ye. Werin em bi hev re nîqaşeke dînamîk birêve bibin"

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kılıçdaroglu jî diyar kir ku cihê çareserkirina pirsa Kurd parlamento ye. Kılıçdaroglu destnîşan kir ku ti kes nikare xendekan biparêze.

Kılıçdaroglu politikayên AKPê wekî sedema aloziya heyî nîşan da û got: "heger tu yê mezintirîn pirsgirêka Tirkiyê çareser bike navnîşan parlamento ye, tu yê were li vê derê çareser bike emê li vê derênîqaşan bikin"

Pisporên siyasetê yên ku em digel wan axavîn dibêjin ji dêvla li parlamentoyê nirxandinên li ser danezana KCDê tên kirin divê partî bên cem hevdu û wekî dewletên demokratîk pirsê bi awayekî hevpar çareser bikin.