Erdogan: Emê topbarankirina YPGê ranegirin
Ji encama topbaranê hejmarek şervan û welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
K24- Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê tekez kir ku, ew dê li ser topbarankirina navçeyên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berdewam bin.
Piştî girtina firokexaneya Minigê ya leşkerî û derxistina çekdarên Eniya el-Nusrayê ji çend navçeyên bakurê Helebê ji aliyê YPGê û pêkhateyên din ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve, artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina wan navçeyan kiriye.
Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan anî ziman ku, tu niyaza wan nîne ji bo topbarana li ser YPGê ragirin û wiha pêde çû: “Divê Amerîka xwe yekalî bike, bê ew dixwaze piştgiriya me bike yan şervanên Kurd.”
Ji encama topbaran Tirkiyê, ku bo roja 5em berdewam dike, hejmarek welatiyên sivîl û şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.
Erdogan tekez kir jî ku “Biştguhxistina têkiliyên Kurdên Sûriyê bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, karekî dujminahî ye.”
Lê tevî van gefan û topbaranê, HSD, ku YPGê pêkhateya wê ya serekî ye, li ser pêşdeçûnên xwe berdewam e û niha ji girtina Ezazê (ku Tirkiye bi hêla sor binav dike) nêzîk bûye.
Herwiha Amerîka, Rûsya, Fransa, Brîtanya û Almanyayê jî hişdarî dabûn Tirkiyê ku divê topbarana li dijî pêgehên YPGê rawestîne.